Gates 5 sal berê hisyariya vîrusê dabû: Wê 10 milyon kes bimirin!

Gates 5 sal berê hisyariya vîrusê dabû: Wê 10 milyon kes bimirin!

PeyamaKurd – Yek ji dewlemendtirîn mirovê li cîhanê û damezrînerê Microsoftê Bill Gates, di gotareke xwe ya sala 2015an li ser nexweşîna Ebolayê de bal kişandibû ser belavbûna vîrusê li seranserê dinyayê ku bibe sedema mirina bêhtirê 10 milyon kesan.

Gates di gotara xwe ya li Rojavayê Afrîkayê (2015 - TED X) de ku li ser Ebolayê pêşkeş kiriye de dibêje, "Di di nav deh salên pêşîya me de, heger tiştek bibe sedema mirina bêhtirî deh milyon kesan, ev dê ne bi şerekê be, wê bi vîruseke ku bilez û bez belav bibe pêk were.”

Gates di wê gotarê de dide xuyakirin ku wê vîrus li her kesekî balafirê siwar bûbe yan jî çûbe marketê belav bibe û ev jî dibe yan wek Ebolayê nexweşîneke siruştî be yan jî biyoterorîzm be.

Gates herwiha di wê gotara xwe de, behsa krîza mezin a aboriya cîhanê jî dike û dibêje, heger berbelaviya şewbekê li seranserê dinyayê derkeve, wê maldariya tevahiya dinyayê dakeve bin 3 trîlyon dolaran û bi milyonan kes jî bimirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin