PeyamaKurd - Ûkraynayê ragihand ku di encama êrişeke hewayî ya Rûsyayê de hêzên wan karibûne frokeyeke şer a SU-34 a Rûsyayê têk bibin.
Li gor daxuyaniya Hêza Asmanî ya Ûkraynayê, hêzên Ûkraynayê di 27ê Sibatê di rojekê de 2 frokeyên SU-34 ên Rûsyayê xistin. Hêza Asmanî her wiha diyar kir ku di 10 rojên dawî de hejmara frokeyên SU-34 ên Rûs ku ji alî hêzên wan ve hatine xistin gihîştiye 7an.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku frokeya SU-34 li gor demjimêra herêmî di 01.00ê şevê de, li rojhelatê Ûkraynayê hatiye xistin.
Ajansa Ûkraynî The Kyiv Independentê diyar kir ku di demên dawî de û bi taybetî di mehên Çile û Sebatê de hejmara frokeyên Rûsî yên ku ji alî hêzên U-Ûkraynayê ve têne xistin bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Ajansê her wiha ragihand ku ji bilî 7 frokeyên SU-34 ên deh rojên dawî, di mehên Çile û Sebatê de 2 frokeyên A-50 ên xwedî pergala hişyariya lezîn ku her yek bi buhayê 330 milyon dolarî ye jî hatine xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin