PeyamaKurd – Papayê Francîs, piştî serdana Urê, vegeriya Bexdayê.
Papayê Vatîkanê, serê sibehê bi serdanekê gihîşt Necefê û bi Mercîeyê Şîeyan Elî Sîstanî re civiya. Herwiha piştî civîna ligel Elî Sîstanî, serdana şûnwarê Urê kir û li Urê ligel nûnerên dînî û ayînî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê civiya.
Piştî vegera Bexdayê, tê çaverêkirin li dêra Mor Yosefî ya Keldaniyên Bexdayê beşdarî merasîmeke dînî bibe.
Papa Francîs, do serdana Bexdayê kiribû û ligel aliyên siyasî yên Iraqê civiya bû. Herwiha, wê Papa sibehê 07.3.2021ê jî serdana Hewlêrê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin