PeyamaKurd – Serdozgerê Giştî yê Îranê daxwaza parêzerê malbata Jîna Emînî ya derxistina rastiya li ser mirina wê red kir.
Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cafer Muntezirî bersiva daxwaza parêzerê malbata Jîna Emînî Mihemed Salih Nîkbext a avakirina lijneya ji bo eşkerekirina rastiya sedema mirina Jîna Emînî da û bi sedema ku wê êdî her kesê rastî bûyerekê bibe daxwaza avakirina lijneyeke lêkolînê bike, daxwaza parêzer red kir.
Herwiha Serdozgerê Giştî yê Îranê parêzerê malbata Jîna Emînî bi axaftina “bê delîl” tohmetbar kir û îdia kir: “Parêzerê malbata Emînî berî ku pizîşkê dadwerî li ser sedema mirina Jîna Emînî nêrîna xwe diyar bike, gotiye nêrîna wan nayê qebûlkirin. Ew çi yasanasek e ku berî ragihandinê, encamên lêkolîna navendeke yasayî qebûl nake û daxwaza avakirina lijneya lêkolîna rastiyan dike?”
Parêzerê payebilind ê Kurd li Tehranê û serokê tîma parêzeran dosyaya Jîna Emînî Mihemed Salih Nîkbext gotibû: “Jina ji ber nexweşiyê nemiriye, hatiye kuştin, me daxwaza avakirina lijneyeke bêalî kir ku ji du pizîşkên pisporên dil, du pisporên mêjî, pisporekî gurçikan û her wiha derûnnas, yasanas, parêzer û rojnamevanekî serbixwe pêk bê, ji bo eşkerekirina sedema rastî ya mirina Jîna.”
Keça Kurd Jîna Emînî roja 13ê Cotmeha 2022yan li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve bi îşkence û lêdanê bi hinceta pora wê xuya kiriye hatibû binçavkirin û piştî 3 rojan 16ê Cotmehê jî li nexweşxaneyeke Tehranê can dabû ku piştî kuştina wê li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên dijî rejîmê dest pê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin