PeyamaKurd - Artêşa Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur gelek mûşekên Kruzê avêtine peravên rojavayê welatê wan.
Koreya Bakur ku bi destpêka 2024an re lez da bernameya xwe ya çekan, gaveke din a ku wê aloziya herêmê zêde bike avêt.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Sererkanîya Giştî ya Koreya Başûr ve hatiye dayîn de hatiye destnîşankirin ku Koreya Bakur gelek mûşekên Kruzê avêtine peravên rojavayê Koreya Başûr.
Sererkaniya Koreya Başûr diyar kiriye ku guleyên mûşekan li gorî demjimêra herêmî di 11.00an de hatine avêtin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku artêşa Koreya Başûr xebatên xwe yên şopandin û nirxandinê bê navber didomîne û hatiye gotin ku "li dijî provokasyonên Koreya Bakur, wê koordînasyona bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bidome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin