PeyamaKurd- Rayedarên Polonya û dewletên Baltikê, biryar da ku di nav vê meha îlonê de li dijî welatiyên Rus, kirariyên wîzeyê bidin rawestandin.
Li gorî daxuyaniya hevpar a serokwezîrên Polonya, Litvanya, Letonya û Estonyayê, dê ji 19ê Îlonê pê ve welatiyên Federasyona Rusyayê, ji bo van welatên navborî neyên qebûlkirin.
Di agahiyên ku ji bo pergalê hatin diyarkirin de hat zanin ku dê hin welatiyên Rus, li dijî vê biryarê bên hiştin. Li gorî daxuyaniya hat dayîn, ev biryar dê ji bo Rusên ku ji bo serxwebûna Rusyayê têdikoşin û li dijî rejîma heyî ya Rusyayê ne, ji bo dîplomatan û rojnamevanên serbixwe û malbatên wan ne derbasdar be.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku ligel ku dê Rus ji bo van welatan neyên qebûlkirin, dê destûr neyê dayîn ku di ser axên van welatan re derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bibin.
Serokwezîrên ku bi hevparî daxuyanî da, bal kişandin ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê û gotin ku “Welatiyên Ukraynayê, tên êşkencekirin û tên kuştin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin