PeyamaKurd – Kompaniya Petrolê ya Iraqê (SOMO) bi hinceta biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê daxwaz ji kompaniyên navdewletî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin kir ku petrola Kurdistanê nekirin.
Di daxuyaniya Rêveberê SOMOyê Ala Yasrî de hatiye gotin ku di çarçoveya biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê de, hemû peymanên derxistin û firotina neftê li Herêma Kurdistanê betal bûne û diyar kir ku Wezareta Petrolê jî li ser mijarê gav avêtine.
SOMOyê ji kompaniyên navdewletî daxwaz kir ku petrola Kurdistanê nekirin û îdia kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar e li gorî biryara Dadgeha Federal tevbigere.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Dadgeha Federal a Iraqê 15ê Sibata 2022yan yasaya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê nas nekiribû û biryar dabû, dosyeya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê bi temamî radestî Hikûmeta Bexdayê were kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara dadgehê ji ber ku derveyî Destûra Iraqê ya Federalî ye red kiribû û kompaniyên biyanî jî heta niha karê xwe berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin