Mikûrhatina DAISiyekî goreke komî derxiste holê

Mikûrhatina DAISiyekî goreke komî derxiste holê

PeyamaKurd - Mikûrhatina serkirdeyê DAIŞê Ebû Heba ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatibû girtin, bû sedema dozîna goreke komî ya kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê Erşed el-Hekîm bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku piştî mikûrhatina serkirdeyê DAIŞê Ebû Heba, wan li devera navçeya Seqlawiya ya parêzgeha Fellûceyê goreke komî derxistiye holê.

El-Hekîm da zanîn ku di kolanên gora komî de, wan heta niha meytên 5 kesên ku 2 ji wan sivîl û 3 ji wan jî endamên hêzên ewlehiyê ne derxistine.

Berdevk diyar kir ku Ebû Hebayê ku di operasyoneke dezgeha ewlehiyê de hatiye girtin, Berpirsê Ewlehiyê yê parêzgeha Fellûceyê yê DAIŞê ye û da zanîn ku Ebû Heba bi xwe jî beşdarî kiryarên terorîstî yên wek kuştin û revandina kesên sivîl û endamên hêzên ewlehiyê bûye.

Erşed el-Hekîm da zanîn ku wê fermandarê DAIŞê Ebû Heba, di çarçoveya xala 4emîn a yasaya terorê ku tawanê sêdarê ye bê darizandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin