10 welatiyên Iraqî bi tohmeta DAISê hatin girtin

10 welatiyên Iraqî bi tohmeta DAISê hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Samsun ê Tirkiyê, 10 kes bi tometa alîgirên DAIŞê ne û tevlî çalakiyên DAIŞê bûne hatin girtin.

Hêzên Antî Terorê yên Tirkiyê digel Îstixbarata Rêveberiya Asayişa Samsunê û bi alîkariya hêzên taybet ên polîsan li navçeya İlk Adim a Samsunê operasyoneke hevbeş pêk anîn.

Hat ragihandin ku di wê operasyonê de 10 kes hatine girtin ku ew kes beşdarî çalakiyên DAIŞê bûne û nasnameyên Iraqê bi wan re derketine.

Herwiha hat diyarkirin ku li ser wan kesan hin dokuman û alavên dijîtal jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin