PeyamaKurd – Balafira şer a ji cureya F-35B ku li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê sefera perwerdehiyê dikir, di dema daketinê de ket xwarê, pîlot jî ji kursiyê xwe avêt xwarê.
Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin weşandin de tê dîtin, balafir dema ku diçû daketina xwe temam dikir li ser pîste ket.
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder li ser pirsekê li ser vê mijarê got, ew firoke hîn radestî hikûmeta Amerîkayê nehatiye kirin, ew balafira kompaniya Lockheed Martin e û tenê ji aliyê pîlotekî artêşa Amerîkayê ve hatiye firîn.
Patrick Ryder diyar kir, rewşa pîlot baş e.
Balafirên F-35B bi kêmasiyên xwe yên teknîkî gelek caran di rojevê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin