PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bersiva hemkarê xwe yê Îsveçê Tobias Billströmê ku di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyanî dabû, da û got:
“Berpirsiyariya xwe ya ku ji muhtira sêqolî de hene bicîh bînin û ji bo terorê pêngavên berbirçav bavêjin. Mijarê din wê paşî din av wextê de çareser bibin.”
Wezîrê karên derve yê Îsveçê Tobias Billström di ser hesabê xwe yê Twitterê de gotibû:
“Civîna wezîrên karên derve yên NATOyê ku îro li Oslo çêbû, ji bo endamtiya Îsveçê ya bo NATO yê destpêbike desteka xwurt dan û peyameka aşkera dan Tirkiye û Macaristanê.”
Li ser vê peyama Îsveçê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Ji bo dostên me yên Îsveçê peyama zelal! Berpirsiyariya xwe ya ku ji muhtira sêqolî de hene bicîh bînin û ji bo terorê pêngavên berbirçav bavêjin. Mijarê din wê paşî di nav wextê de çareser bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin