PeyamaKurd-Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, bi rêya gotarekê, gefeke giran li Ukraynayê xwar. Pûtîn got, “Ger ku Amerîka moşekên menzîldirêj bide Ukraynayê, cihên ku me lê nedabe jî em ê lê bidin.
Vladimîr Pûtîn, li ser mijara terxankirina moşekan a ji bo Ukraynayê, di televîzyona Rossiya-1ê de gotarek belav kir. Di gotarê de hat eşkerekirin ku ger ew moşek ji bo Ukraynayê werin terxankirin, hedefên ku wan heta niha lê nedabe jî ew ê lê bidin. Lê Pûtîn, di derbarê hedefên ku qal dike de agahî nedan.
Ukrayna, daxwaza pergalên roketavêj ên M270 û M142 HIMARS dike. Serokê Dewleta Amerîkayê Joe Biden jî dabû zanîn ku heger ji Kievê, li hedefên nav Rûsyayê neyên dayîn, ew ê pergalên roketavêj ên HIMARSê ji bo Ukraynayê bişînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin