Îsraîlê bi êrîseke ‘nepen’ 2 bingehên hêzên Sûriyê rûxand

Îsraîlê bi êrîseke ‘nepen’ 2 bingehên hêzên Sûriyê rûxand

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Israîlê bi êrîşeke ‘nepen’ 2 bingehên hêzên rejîma Sûriyê li ser sînor rûxandin.

Rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê ragihand, hêzên taybet ên artêşê derbasî herêma bêçek a di navbera Îsraîl û Sûriyê de bûn û bi çalakiyeke “nepen” 2 bingehên artêşa Sûrî rûxandin.

Rojnameyê daye xuyakirin, piştî hikumeta Şamê peymana sala 1974an a bidawîkirina rageşiya di navbera Îsraîl û Şamê de binpê kir, Îsraîlê ev êrîş pêk aniye û piştre jî artêşa Sûrî vegeriya herêma tampon a li girên Colanê û hêzên xwe li ser sînor belav kirin.

Hêj derbarê vê êrîşê de ji aliyê rejîma Sûriyê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin