PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus ji televizyona El-Hurra re da xuyakirin, wezaretê agahiya lêborîna û vekişîna serokwezîrê Lubnanê yê demkî Mistefa Edîb dît û bêhêvîbûna xwe ji bo rewşa Lubnanê anî ziman.
Ortagus got: "Hilbijartin û erkdarkirina hikumeta nû biryara gelê Lubnanê ye ku ji destpêka Cotmeha borî ve daketin qadan, ji ber wan banga sererastkirina aborî, saziyan, desthilateke baştir û sînordarkirina gendeliya ku derfetên Lubanê xeniqandine kirin."
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayêdi berdewamê de diyar kir: "Mixabin tevî aloziya darayî û teqîna li bendera Beyrûdê rû daye, hîn jî kar û xebata Beyrûdê venegeriyaye wekî berê."
Morgan Ortagus da zanîn ku wekî wan û komên piştgiriya navneteweyî destnîşan kirine, hikumetên ku werin avakirin divê xwestekên gelê Lubnanê mîsoger bikin û guhertinên pêwîst yekser bi cih bînin û wiha axivî: "Ji ber vê tenê bi rêya têkoşîna dijî gendeliyê hikumeta ku dê were avakirin dikare alîkariya Lubnanê bike û wê ji vê aloziya heyî xelas bike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin