PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Swêdê piştî hevdîtina îro 22yê Kanûnê ya li Enqereyê, civîneke rojnamevanî ya hevpar li dar xistin.
Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, li ser rêkeftina ligel Tirkiyê ya bo endamtiya NATOyê ragihand ku ew dê sozên xwe bicih bînin û wan dest bi avêtina gavan kiriye ku ew dê di wê de berdewam bin.
Tobias Billstrom diyar kir: "Êdî wê piştevanîkirina terorîzmê yan jî teşwîqkirina wê bibe sûc. Wê çalakiyên PKKê jî li nav erda Swêdê wekî tawan bên naskirin.”
Li aliyê din Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî got ku Swêd û Finlandê hinek gav avêtine, lê daxwazên Tirkiyê bi giştî nehatine bicihkirin û kesên hatine xwestin nehatine radestkirin.
Mevlut Çavusoglu diyar kir ku derbarê kesên pêwendiya wan ligel PKK û FETOyê hene û li Swêdê ne fikarên wan hene û got: “Swêd û Finlandê hinek gav avêtine û em ji vê kêfxweş in, lê tiştê ku kirine ne bes in û divê kesên ku Tirkiye daxwaza wan dike bêne radestkirin. Lîsteya me ya kesên daxwazkirî vekirî û zelal e. Kesekî ku pêwendiya wî bi PKKê re hebû û di nav lîsteya me de nebû hat radestkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin