PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden ji ber bobelata Miltonê seredanên xwe yên fermî yên ji bo Almanya û Angolayê da paş. Bi sedema îhtîmal heye ku bobelata Miltonê li peravên başûr bixe û divê Biden amadekariyên tedbîrî bi xwe birêve bibe, seredanê daye paş.
Paşdexistina seredana Biden ya ji bo Almanya û Angolayê ji aliyê Koşka Sipî de hat ragihandin. Koşka Sipî got:
“Serok Biden hesabê bergeha bobelata Miltonê kir û hêza wê da ber çav, ji bo amadekariyên ji bo Miltonê îdare bike û xebatên ji bo bermayên bobeleta Helene bişopîne, seredana xwe ya ji bo Almanya û Angolayê paş de xist.”
Biden ragihandibû ku wê di 10-15ê Cotmehê de biçe Almanya û paşî here Angolayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin