Hikûmeta Iraqê: Em ji bo kirîna elektirîkê bi Erebistanê re di danûstandinan de ne

Hikûmeta Iraqê: Em ji bo kirîna elektirîkê bi Erebistanê re di danûstandinan de ne

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê diyar kir, ew ji bo kirîna elektirîkê bi Erebistanê re di danûstandinan de ne.

Wezîrê Petrola Iraqê Îhsan Îsmaîl eşkere kir, wan bi berpirsên Erebistanê re dest bi danûstandinan kirine bo hawirdekirina elektirîkê.

Îhsan Îsmaîl destnîşan kir, danûstandinên wan pêş de çûye û niha li ser kifşkirina bihayê wê gotûbêj dikin.

Iraq di demekê de dixwaze elektirîkê ji Erebistanê hawirde bike ku beriya niha beşek mezin ji elektirîk û gaza Iraqê ji Îranê dihat hawirdekirin.

Lê li aliyekî Iraqê deynên Îranê gîro kiriye û li aliyê din jî sizayên Amerîka li ser Îranê rê nade Îran û Iraqê bi hêsanî wê bazirganiyê bikin, ji ber wê jî Iraqê berê xwe da Erebistanê.

Iraq derdora 7 milyar dolar deyndarê Îranê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin