PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê mamosteyê Kurd Medenî Oruç bi hinceta ku li dibistanê bi Kurdî axiviye hatiye sirgun kirin.
Li gorî zanyariyan, mamoste Medenî Oruç ku li dibistana seretayî ya navçeya Edremîtê ya Ferît Melen kar dikir, ji ber ku bi Kurdî axiviye rêveberiya dibistanê ew şandiye dsîplînê û piştre jî Wezareta Perwerdeyê cezayê kêmkirina meaş daye wî û bo dibistaneke derveyî bajêr hatiye şandin.
Sendîkaya Mamosteyan Egitim-Sen şaxa Wanê bi daxuyaniyekê, ew kiryar şermezar kir û rêveberê Egitim-Sen a Wanê Şerîf Ateş li ser mijarê got, “Kurd bi sedema ku li saziyên dewletê yan jî kuçeyan bi Kurdî dipeyivin, rastî cudaxwazî û tundiyê tên, yan jî tên sirgunkirin û rûbirûyî cezayên wekî dsîplînê dibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin