PeyamaKurd – Bi sedema hatina Cejna Newrozê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamekî belav kir û di peyama xwe de got:
“Hemwelatiyên me bo serkeftin, pêşdeçûn û bo jiyaneka baştir, bo garantîkirina mafên destûrî, ji me yekîtiyê dixwazin. Em dev ji dijberî û dijîtiya nav xwe berdin ji ber heya îro, ji bilî zerarê fêdeyekî nedaye me.”
Barzanî bi sedema li jorê destnîşan kir got ku hemû teref divê li hev bicivin û wan dijberiyên ji nav xwe rakin. Barzanî cejna Newrozê li malbatên şehîdan, malbatên enfalan, xelkê Kurdistanê, Pêşmerge û hêzên asayîşê pîroz kir û bi sedema pandemiyê sipasiya xwe bo xebatkarên tenduristiyê kir. Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de weha dewam kir:
“Newroz bo Kurda cejna netewî, sedema serkeftinê, jiyan û azadiye. Newroz bo me salekî ku her wext hêvî, hêz û moralê dide û destpêkekî nû ye. Ji ber wê em li rabirdûya xwe binêrin, ji xetayên xwe yên borî desr hîn bikin û xweşbîn bin. Em tev bi hêvî û bi rohnî li dahatûya xwe binêrin. Em hemû hêzên xwe bikin yek û bi hev re bixebitin, dest bi dest, mil bi mil bixebitin da zahmetiyan têkbibin.
Em hemû teref bigihên hev û li hev biborin. Bo dahatûya Kurdistanê baştir garantî bikin, bi hev re bixebitin. Demokrasiyê û azadiyê biparêzin. Bi munasebeta vê cejnê, temamê terefan dawet dikim da di bin serokatiya Herêma Kurdistanê de civîneka hevpar bikin.”
Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî got bo çareseriya pirsgirêkên Kurdistanê bi Bexdayê re, wê hemû teref di nav hevkariyê de bin, bo dahatûyeka çaktir û îstîqrarê dê xebata xwe bikin. Barzanî di dewama axaftina xwe de got:
“Divê em tev bizanibin ku mifta hûzûr û îstîqrara Iraqe di çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û hukumeta Herêma Kurdistanê de ye. Em layangirên ji rêbaza çareseriya bi zorê dûrin û dixwazin temamê mafên destûrî yên pêkhateyên xelkê xwe û Iraqê garantî bikin lê li ser bingeha ûsûla sîstema federe, li ser asasê ortaxiyê, lihevkirinê û çareseriyên bi mêzên.
Wê Herêma Kurdistanê her wext bibe faktora hûzûr û aramiyê. Em ê xebata xwe bi civaka navdewletî re bi şêwrê û hevkariyê dewam bikin. Wê binyata xebata me li ser qiymetên mirovahiyê di asta herêmî û navdewletî de be. Em ê bi temamê qeweta xwe li hemberê teror û şiddeta dinyayê rawestin.”
Barzanî her weha got ku di pîrozkirina Newrozê de divê hemwelatî tedbîrên tenduristiyê ji dest bernedin, xwezaya xwe paqij biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin