Îro 36 sal bi ser enfalkirin û jênosidkirina Barzaniyan re derbas dibe

Îro 36 sal bi ser enfalkirin û jênosidkirina Barzaniyan re derbas dibe

PeyamaKurd - Îro 36 di ser jenosîdkirina Barzaniyan re derbas dibe. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ragihand, jênosîda 8 hezar Barzaniyan, nekarî giyanê xweragirî, berevanî û têkoşînê li vê deverê kip bike.

MESRÛR BARZANÎ: JENOSÎDKIRINA 8 HEZAR BARZANIYAN NEKERÎ GIYANÊ XWERAGIRIÊ LI VÊ DEVERÊ LAWAZ BIKE

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat: “Îro 36 sal bi ser enfalkirin û jênosidkirina Barzaniyan re derbas dibe. Jênosîdkirina Barzaniyan destpêka şepola regezperetî ya rêjîma Beis bû li dijî xelkê Kurdistanê, ku piştre enfalkirina navçeyên Germiyan û Badînan kîmyabarana Helebce û navçeyên din ên Kurdistanê li piştî wê hatin.

Mesrûr Barzanî di wê peyamê de radigihîne: “Devera Barzan ji sedsaliya bûrî ve bi dehan caran ducarî hatin wêrankirin û şewitandin û komkujî lê hatine kirin, ya dawiyê jî helmeta jênosîda heşt hezar Barzaniyan bû, lê ev hemû stem nekarî giyanê xweragirî, bergîrî û têkoşînê li vê deverê kip bike û careke din xebat û qurbaniya gelê me û têkoşîna dilsoz û Pêşmergeyên me yên qehreman, destkeft û ezmûna Herêma Kurdistanê pêk hatin û gelê me ma û enfalçî jinav çûn.

‘GELÊ ME YÊ XWERAGIR Û KESÛKARÊN ENFALKIRIYAN HÊJAYÎ HEMÛ XIZMET Û AVEDANKIRINÊ NE’

Di beşeke din a peyamê de hatiye gotin: “Gelê me yê xweragir û kesûkarên enfalkiriyan hêjayî hemû xizmet û avedankirinê ne. Wek Hikûmeta Herêmê di hewlên xwe de berdewam dibin, ji bo di riya Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan re hemû maf û pêwîstiyên van ezîzan bê desteber bibin û xaleke sereke ya danûstandina me bi Hikûmeta Federal a Iraqî re ye, wek her dem pêdagir dibin li ser qerebûkirina madî û menewî ya qurbaniyên helmetên jênosîdkirina xelkê Kuridstanê.

Di dawiya peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat: “Di dawiyê serê rêz ji şehîdên enfalkirî yên Barzaniyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê re diçemînin û ew ê her dem di bîra me de binînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin