Peyama Kurd – Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de herî kêm 8 frokeyên şer û baloneke Çînê, Xêza Navîn a dîyarkirî ya Tengava Taywanê ku sînorê derya û hewayê diyar dike derbaz kirine.
Taywana ku Çîn wê wek beşek ji axa xwe dibîne, di çar salên borî de çendîn caran ji ber çalakiyên wê yên leşkerî yên dijî Taywanê ji Çînê gazinan kirîbû.
Reutersê ragihand ku Çîn bi nêzîkbûna hilbijartinên serokayî û parlamentê yên Taywanê ku wê di 13ê Çileyê de pêk bên, li derdora Taywanê çalakîyên xwe yên leşkerî zêde dike.
Xeza Navîn, ku Pekîn ew nas nake, heta çend sal berê di navbera her du aliyan de wek bendeke nefermî sînor dîyar dikir, lê belê firokeyên Çînî niha bi rêkûpêk li ser vê xezê difirin.
Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku hêzên Taywanî ji bo şopandina rewşê ji bo herêma kendavê hatine şandin.
Wezaretê her wiha diyar kir ku baloneke ku ew guman dikin a Çîne ye, piştî ku ji Xêza Navîn derbaz bûye, ber bi rojhilatê Taywanê ve çûye û piştî demjimêrekê winda bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin