PeyamaKurd - Zimanzan û nivîskarê lêkolîner, kedkarê zimanê kurdî Zeynelabiddîn Zinar ku bi salan li ser ziman û folklora kurdan xebatan dimeşîne û bêhtirî sed pirtûk di vî warî de çap kirine, di derbarê xebatên xwe de bersiv da pirsên Peyamakurd.
Ezbenî cenabê te çend sal e karê nivîsandinê dike û te çawa û bi çi armancê dest bi nivîsandinê kir?
Nivîsandina bi Zimanê Kurdî ya min, hêj dema zarûktiya min dest pê bûye. Lê min bi elîfbêtika erebî dinivîsî. Cara pêşî, di sala 1963-64an de, min du pirtûkên kurdî û du jî yên erebî, wek nivîsende nivîsîne.
Armanca sereke ew bû ku ez di navendeke wisan de rabûne, ji xeyn kurdî, çandeke dîn nebû. Ez peyrewê Medreseya Kurdî me, perwerdehiya Medresê her bi kurdî û erebî dibû. Di wan deman de min gelek helbest jî nivîsîne. Lê nivîsandina bi rêkûpêk, min di sala 1984an de li Swêdê det pê kiriye.
Ji bo te, zargotin û folklor ji bo çi ewqas giring in? Kerema xwe dikarî ji me re qala wateya zargotinê bikî?
Zargotin, ji bo ziman tê gotin. Folklor di nava çandekê de beşa herî xemldar e. Ziman ji bo her kesî û ji bo her neteweyî, rih e. Dema rih derkeve here, ew kes û ew netewe mirî tê hesibandin.
Îcar hin miriyên li goristanan ku hene, gorên wan bi kêlik in, hinek jî hene bê kêlik in. Eger meriv bi zimanê xwe nepeyive, goristana meriv heye lê gor bê kêlik in. Eger meriv bi zimanê xwe bipeyive û folklora xwe jî bi kar bîne, hingê meriv çi kes be û çi jî netewe be, meriv dibe wek gulistanê. Ji ber hindê ye ku min giraniya xebata xwe daye ser Çanda Kurdî, xasma jî folklor û klasîkên kurdî...
Di folklor û zarkotina kurdî de rola jina kurd çîye?
Di Toreya Kurdî de, cihekî bala ji bo jina Kurd hatiye veqirtin. Dema pîrejinek dixwaze kurê xwe bizewicîne, dibêje “Ez ê kurê xwe bi serî kim.” Dema Kurd qirên dikin, eger jinek here têkeve navbera wan, yekser dest ji qirêna xwe berdidin. Jina Kurd serokatiya eşîr û birrên Kurd jî kiriye. Nimûneyên vê babetê, pir hene. Jina Kurd yekemîn mamoste ye ku Zimanê Kurdî li ser nigan hiştiye. Lewra meriv serê pêşî ziman, ji dayika xwe ho dibe.
Lê mixabin di sedsala 19 û 20î de, jina Kurd bêrûmet kirine û wê kirine pêgira leyztikê.
Weşanxane Pêncînar de te ji bilî berhemên xwe tu berhem çap kirin?
“Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî” ger ne şaş bim roja 17ê Êlûna 1984an, hatiye avakirin. Çapxaneya Pencînarê jî, di 1989an de hatiye damezirandin. Ji bilî pirtûkên min, gelek pirtûkên hin nivîskarên Kurd ên jar û belengaz jî bi diravekî pir hindik hatine weşandin.
Cenabê te di medreseyên Kurdistanê de jî perwerde ditîye; gelo bandora medreseyan li ser nivîskarîya te hebû? An jî ew perwerde çîqas bi kerî nivîskarîya te hat?
Min yazdeh sal Medreseya Kurdî xwendiye. Ji ber ku bavê min mela bû, li kurê meletî bikira, pêre pêre medreseya xwe avadikir. Min dîtiye li dora 70-80 xwendekar jî di eynî demê de li cem bavê min xwendine.
Xebata min a çandî, ev 129 pirtûkên min weşandine, tev bi hêz û bereketa Medreseya Kurdî çêbûne. Min sê sal û nîvê Imam Xetîba tirkî jî xwendiye, lê min tê de tenê Çanda Tirkî nasiye.
Ji vir şûn de ji boy parastina folklor û zargotina kurdî divê çi bê kirin? Di wî warî de şîretên ji boy cîwanan çîye?
Ziman û çand, rihê nijadî û netewî ne. Çewa dayik û bav dixwazin jiyana zarûkên xwe biparêzin, pêşî divê ew ziman û toreya xwe bi zarûkan bidin fêrkirin. Ji zarûkên xwe re bi taybetî berhemên folklorî bibêjin û berhemên klasîk bidin naskirin.
Divê Ciwanên Kurd jî, bi serbilindî bi kurdî bipeyivin û di nava xelkê gund û bajaran de bi her kesî re kurdî bipeyivin. Herweha divê ciwan, xasma yên ku niha di beşên kurdî de dixwînin, têkevin nava lêkolînan, lêgerîn bikin û pêwendî bi kal û pîran re deynîn; ew dewlemendiya ku bi wan re heye qeyd bikin û binivîsin.
Eger her kes di van babetan de berpisyariya xwe bi cih bîne, demekurtek şûnde rewş sererast dibe...
Tu li ser medya civakî jî gelek nivîsan belav dikî; ji boy te rola medya civakî çîye?
Medyaya civakî pir girîng e, ji ber ku meriv nikare weşanên li ser kaxezî bigehîne her devera Kurdistanê, lê li Medyaya Civakî digehin her dever û herêman.
Ji sala 1985an ve heta niha, çewa min li jorê jî gotiye, 129 pirtûkên min çendî ku hatine weşandin jî, lê ew li Swêdê desteserkirî mane û negehane destên kesî. Lê belê Ji sala 2013 ve heta niha, min li dora 3500 rûpelî nivîs li medyaya elektronik weşandine. Piraniya wan jî çandî ne, lêkolîn û babetên wisan in. Bi hezaran Kurd, xasma jî ciwan xwendine û dixwînin. Ji ber hindê ev medya pir girîng e.
PeyamaKurd: Ezbenî ji boy te wextê xwe ji me re terxand û pirsên me bersivand gelek spas dikim.
Zeynelabidin Zinar: Spasxweş, her şad û bextewer bî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin