Îsraîl: Pevguhertina girtiyan wê beriya Îniyê destpê neke

Îsraîl: Pevguhertina girtiyan wê beriya Îniyê destpê neke

PeyamaKurd – Îsraîlê ragihand ku pêvajoya pevguhertina girtiyan, ku tê çaverêkirin di çarçoveya rawestana însanî ya di şerê bi Hamasê re bê kirin, beriya Înê destpê nake.

Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi derbarê pêvajoya pevguhertina girtiyan de ku tê payîn roja Pêncşemê bikeve meriyetê daxuyaniyek da.

Henegbî da zanîn, danûstandinên azadkirina girtiyan bi berdewamî pêşde diçin û wiha got: "Azadkirin wê li gorî rêkevtina eslî ya di navbera aliyan de destpê bike û berî vê Înê pêk nayê."

Çapemeniya Îsraîlê ev daxuyanî weke "derengmayînê" nirxand.

Di nûçeya televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê de hat gotin ku "berî daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayîn malbatên girtiyên Îsraîlî derbarê derengxistina peymanê de agahî nedane."

Wezîrê Karên Derva yê Îsraîlê Elî Cohen di bernameya ku beşdarî Radyoya Artêşa Îsraîlê bû da diyar kir, di çarçoveya peymanê de wê di 23yê mijdarê da koma ewil a mehkûmên Îsraîlê bên girtin.

Televîzyona dewletê ya Îsraîlê jî dabû zanîn ku roja Pêncşemê saet 10:00an ve wê koma yekem a girtîyên Îsraîlî yên li Şerîda Xezzeyê bên berdan.

Herwiha Serokê Ofîsa Têkiliyên Navdewletî ya Hamasê Mûsa Ebû Merzûk jî eşkere kir, lihevhatina bi Îsraîlê re ku wê ji bo rawestana mirovî ji şer re bide destpêkirin, wê roja 23ê Mijdarê saet di 10:00an de destpê bike.

- Peymana pevguhertina girtiyan di navbera Hamas û Îsraîlê de

Çapemeniya Îsraîlî û çapemeniya navneteweyî diyar kirin, di qonaxa yekem a peymanê de, Hamas dê di navbera 50 û 80 jin û zarokên Îsraîlî yên li Xezzeyê tên girtin, berde. Di berdêla vê yekê de hat ragihandin ku Îsraîl tê payîn herî kêm 150 girtiyên Filistînî ku piraniya wan jin û zarok in serbest berde.

Hat diyarkirin, pevguhertina girtiyan bi ragihandina agirbesta 4 rojî ya li Xezzeye hat kirin û di çarçoveya peymanê de her roj bi qasi 300 kamyon ji bo ketina Xezzeye be.

Li gorî Îsraîlê, baskê çekdarî yê Hamasê, Tugayên Qassam, 239 girtiyên Îsraîlî hene.

Di girtîgehên Îsraîlê de nêzî 7 hezar girtiyên Filistînî hene ku zêdeyî 2 hezar ji wan girtiyên îdarî ne.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin