Li Mêrdînê Komeleya AstIyê din hat damezirandin

Li Mêrdînê Komeleya AstIyê din hat damezirandin

PeyamaKurd - Li bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê bi Serokatîya Cemîl Aydogan ve Komeleya Aştİyê hat damezirandin.

Komeleya Aştitîyê cara yekem sala 1977an de li Stenbolê hatibû vekirin. Piştî kotedaya leşkerî ya 12ê Îlonê sala 1980î de doza girtinê ser hate vekirin û di sala 1982yan de jî hatibû girtin.

Di van demên dawî de gava qedexe li ser navên “Komeleya Aşitî” hate rakirin, Cemîl Aydogan û hin hevalên wî jî ev komele car din bi awayekî resmî di mehên çûyî de damezirandin.

Serokê Komeleya Aşitîyê Cemîl Aydogan di 30 Hezîranê de bi merasîmeke berfireh û beşdarbûneke mezin dixwaze vê komeleyê veke. Ji bo vî jî li Enqerê bi vexwendnameya ku amade kiribû bangî serokên partîyên sîyasî, rêxistinên demokratîk û Serokomarên Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir. Aydogan ji bo vê bangkirinê wiha axivi:

“Komeleya Aşitîyê armanca wî ewe ku li Tirkîyê aşitîyê serbixîne. Ji bo vî jî armanca me ewe ku em hemû rayedarên Tirkîyê di vekirina vî komeleyî de bînin ba hev. Ji bo vî jî min bangî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Gişî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu, Hevserokê Giştî yê HDP Sezayî Temellî, Serokê Giştî yê MHP Dewlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partîya Baş Meral Akşener kir.”

Cemîl Aydogan, demeke di navbera PKK û dewletê de ji bo aşitîyê hin têkilî jî danîbûn. Aydogan dibêje bi vê komeleyê em dixwazin ev hewildana xwe bidomînin:

“Demên berê de jî ji bo aşitîyê min erkeke navberdîtinê girtibû ser xwe. Ji bo çareserkirina kêşa Kurd me di navbera dewletê û PKK’yê de jî hin hewildan birêva birin. Ev kêşe hêjî li Tirkîyê kêşa herî mezin e. Em dixwazin vê komeleyê di vî alî de jî serxînin. Ana em dibînin ku pêwîstîya Tirkîyê ya sereke aşitî ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin