PeyamaKurd – Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan li ser êrîşên Tirkiyê yên dronî ji bo ser navça Çemçemal û Mexmûrê daxwuyanîkî da û got:
“Em ji ber ewlehî û îhlala sînoran ya ji aliyê Tirkiyê de bi endîşe ne. Îro noqteyekî PKK ê hatiye bombebarankirin. Xwîna hemwelatiyên me pîroze û ji bo parastina pîroziyên me, em daxwaz dikin ku diyalog bibe mifta çareseriyê ku ji her tiştî baştire.
Em li hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê bang dikin da axa herêma Kurdistanê, Iraqê û seha hewayî biparêzin û di rêyên fermî yên dîplomatîk de bang li hukumeta Tirkiyê bikin.”
Dronên Tirkiyê îro li navça Çemçemalê li noqteyekî PKK ê xistibû û 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin