PeyamaKurd - Li gundewarê Kobaniyê, bi sedema teqîna bombeyeke vedayî, 7 kes bûn qurbanî.
Li gorî zanyariyên berdest, da zanîn, li gundê Bozîk yê Kobaniyê bombeyeke vedayî di nava malekê de de teqiyaye û di encamê de 2 kes ji heman jiyana xwe jidest dane û 5 kes jî birîndar bûne.
Li gorî hatiye ragihandin, dibe ku ew bombe ji paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞê be.
Li Kobaniyê, Reqa û gundewarê Heseke û Dêrazor, gelek caran bombeyên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn vedan teqiyane û di encamê de welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin