“Li Diyarbekirê hêza kirînê ji %95 kêm bûye”

“Li Diyarbekirê hêza kirînê ji %95 kêm bûye”

PeyamaKurd-Li gorî anketa qeyrana aboriyê ya Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk, li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê, bandora qeyranê li ser hêza kirînê kiriye û ev hêz ji %95,2 kêm bûye. Hat eşkerekirin ku ji her 3 kesan kesek nikare pêdiviyên bingehîn ên jiyanî jî dabîn bike.

Di anketa Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk a ku li Diyarbekirê hat kirin de xuya bû ku bandoreke gelek zêde li xelkê bajêr bûye. Li gorî daneyan, ji %97ê tevkarên anketê di bin bandora neyînî ya qeyranê de eciqî ne. Li gorî anketê, ji ber ku buhayê kel û pelên jiyanî gelek zêde bûne, hêza ketinê jî wisa bi lez ketiye. Hat zanîn ku bandora vê ketina hêzê, hem li helwesta welatiyan kiriye hem jî li kêmbûna dan û stendinan kiriye.

Li gorî daneyên anketê; ji %27,9ê beşdaran ragihandine ku di malbatên wan de herî kêm kesek bê kar maye. Ji %97,1ê kesan daye zanîn ku bandora qeyranê li ser wan zêde çêbûye. Ji %95,2yê beşdaran daye zanîn ku hêza kirîna wan ketiye. Ji %42,3yê beşdaran daye zanîn ku ew bi deyn û krediyan debara xwe dikin û ji %55, 8 beşdar jî deyndar in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin