Li zozanê Ixdirê pevçûn: 28 kes birîndar bûn û 20 kesan xistin binçav

Li zozanê Ixdirê pevçûn: 28 kes birîndar bûn û 20 kesan xistin binçav

PeyamaKurd – Li bajarê Ixdirê li navça Tuzlucayê di navbera xelkê derketibûn zozanê Abbasgolê de bi sedemeka ku nehatiye zanîn pevçûn derket.

Li ser zêdebûna munaqeşê, di navbera zozanvaniyan de pevçûn derket û paşî bi çekan li hev xistin. Di encamê de 28 kes birîndar bûn.

Hêzên asayîşê 20 kesan xist binçav. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya bajarê Ixdirê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe.

Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike û tîmên cendirmeyan ji bo bûyer mezin nebe tedbîran sitendin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin