PeyamaKurd – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê do Duşemê 24ê Çileya 2022yan diyar kir, li bajarokê Hawî, operasyoneke hevbeş a serbazî hat encamdan û 10 pêgehên terorîstên DAIŞê hatin rûxandin.
Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê; di operasyoneke serbaz de, li devera Hawî ya ser bi parêzgeha Diyala, hêzên ewlehiyê 10 pêgehên terorîstan û du tunel û sê cihên wan rûxandin.
Herwiha hat destnîşankirin, hêzên ewlehiyê pênc amûrên teqemeniyê, sê narincok, mûşek, hawan û sê depoyên tifingan dîtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin