Li Herêma Kurdistanê Rêvebirê Gistî yê nû yê Polîsa dest bi kar kir

Li Herêma Kurdistanê Rêvebirê Gistî yê nû yê Polîsa dest bi kar kir

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, Rêvebirê Giştî yê nû yê Polîsa dest bi kar kir.

Li Baregeha Giştî ya Polîsa Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, îro merasîma destbikarbûna Rêveberê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê Lîwa Tariq Ehmed bi rê ve çû.

Lîwa Tariq di merasîmê de got: “Ewlehiya ku niha Herêma Kurdistanê tê de ye, ji encama hevahengiya tevahiya dezgehên ewlehiyê, Pêşmerge û xelkê bi rûmet ê Kurdistanê peyda bûye. Hêvîdar im ew ewlehî bê parastin”.

Herwiha diyar kir: “Daxwaz dikin piştevanî li dezgehên ewlehiyê bê kirin, wek çawa di karnameya karê kabîneya nehem de hatiye ku girîngiyeke mezin bi dezgehên ewlehiyê dide… Soz didim şev û roj bi dilsozî kar bikim, bi hevkariya ligel tevahiya efserên vê rêveberiyê û dezgehên ewlehiyê yên din”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin