Herzog: Me berî bombardimanê ji xelkê Xezeyê re 6 milyon peyam sand, 4 milyon hevdîtin kir

Herzog: Me berî bombardimanê ji xelkê Xezeyê re 6 milyon peyam sand, 4 milyon hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog di civîna rojnamevanî ya ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de, got ku ew di şerê Hemasê de li gorî hiqûqa navdewletî tevdigerin û wan berî bombardimanan ji bilî 4 milyon hevdîtinên telefonê 6 milyon peyam ji xelkê Xezeyê re şandine.

 Herzog, belavokên ku ji balafiran bi ser xelkê Xezeyê de têne belavkirin nîşan da û diyar kir ku Îsraîl li gorî hiqûqa mirovî ya navdewletî tevdigere.

Herzog wiha axivî: “Me ev belavokên hûn dibînin ji xelkê Xezeyê re belav kirin. Men 6 milyon peyam şandin û 4 milyon hevdîtinên telefonê pêk anîn. Me di êrîşa Kampa Cîbaliye de jî ev kir.”

Herwiha Herzog destnîşan kir ku êrîşên wan ên ser Xezeyê di çarçoveya xweparastina rewa de ne û îdia kir ku ji bo parastina sivîlan çi ji destê wan tê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin