Akademîsyenên Îsraîlê, dest bi grevê kir

Akademîsyenên Îsraîlê, dest bi grevê kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Îsrailê de cih girtin, akademîsyenên li welêt li dijî rêziknameya dadrêsiyê dest bi grevê kir. Li gorî hat ragihandin, bi sedan akademîsyenan li nêzîkî meclisê kon vedan.

Hat diyarkirin ku akademîsyenên li 4 zanîngehên Îsraîlê dixebitin dê li dijî rêziknameya dadrêsiyê ya nakok a hikûmeta Benjamin Netanyahu bikevin grevê.

Di nûçeya malpera "Walla News" a Îsraîlê de hat diyarkirin ku akademîsyenên Zanîngeha Til Evîvê, Zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê, Zanîngeha Ben-Gurion a Negev û Zanîngeha Teknionê biryara grevê da.

Li gorî hat ragihandin, akademîsyenên navborî ji ber rêziknameya dadrêsiyê ku dê kontrola Dadgeha Bilind a li ser hikûmetê rabe ku sibê bînin meclîsê ev biryar da.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di 27ê Adarê de ragihandibû ku ew rêziknameya dadrêsiyê ku bû sedema zêdebûna xwepêşandan û grevên girseyî li seranserê welêt paşve xistine, lê ragihandibû ku ew ê rêziknameya dadrêsiyê piştî budceya 2023-2024 ya di dawiya gulanê de bê rojevê û bi vî awayî ev biryar ji aliyê Meclîsê ve hatibû qebûlkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin