PeyamaKurd – Li gorî medyaya Îsraîlê roja yekşemê (06.10.2024), Îsraîlê du çalakvanên çepgir ên Alman dersînor kirine ji ber ku red kirine fermanên polîsên Îsraîlê yên dema xwepêşandana li Şerîeya Rojava pêk bînin.
Çalakvanên 20 û 24 salî ketine navçeyeke leşkerî ya qedexe li nêzî Maon a li Roş Haşanahê.
Wan her du çalakvanan nexwestiye xwe bidin nasîn û di dema karên wan de midaxeleyî polîsan kirine.
Di dawiya lêpirsînê de, her du bi rêya Xaçerêya Allenbyê hatine dersînorkirin û dê di pêşerojê de rê li wan bê girtin ku careke din derbasî Îsraîlê bibin.
Polîsan diyar kiriye, “Polîsên Îsraîlê dê ji bo azadiya xwepêşandan û xweîfadekirinê bixebitin, lê destûrê nadin binpêkirina qanûn, nîzama giştî û midaxelekirina li hêzên ewlehiyê dema ku ew karên xwe dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin