DYA: Em bi gotinên Netanyahu hêsiyan

DYA: Em bi gotinên Netanyahu hêsiyan

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ragihandinê yê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir, "Li gorî piştgiriya ku me ji hikûmeta Îsraîlê re kiriye û em ê bi berdewamî bikin, wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) em ji gotinên Serokwezîr Benyamin Netanyahu hêşiyan û ji bo me cihê mixabiniyê bûn."

John Kirby, di derbarê daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ya ku duh bi ser hesabê xwe ya medyaya civakî bi vîdeoyê angaştibû ku "DYA alîkariya çekan a ji Îsraîlê re rawestandiye" de diyar kir ku DYA, ji hemû welatan zêdetir piştgirî dide Îsraîlê û got "Em ji vîdyoya Netanyahu bêhêvî bûn."

Kirby destnîşan kir ku piştgiriya DYAyê ya ji bo Îsraîlê wê bidome û wiha got: "Li gor piştgiriya ku me ji Serokwezîr Netanyahu re da û em ê bidin, em van gotinan bi êş û mixabinî pêşwazî dikin."

Kirby da zanîn ku pêwîste bê pirsîn; "Gelo çima Netanyahu vê daxuyaniyê da?" û dûpat kir ku gotinên wî yên di vîdyoyê de ne rast in.

Netanyahu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê, di derbarê şandina çek û cebilxaneyên ji aliyê DYAyê ve ji bo Îsraîlê têne şandin de nirxandinek kiribû.

Netanyahu di daxuyaniya xwe ya vîdeoyî de wiha got: "Bi şertê şandina çek û cebilxaneyên ku di şer de hewcedariya Îsraîlê pê heye bê şandin, ez amade me ku hêrişên li ser şexsê xwe ragirim."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin