Li Hewlêrê 70 kargehên mezin ên pîsesaziyê têne avakirin

Li Hewlêrê 70 kargehên mezin ên pîsesaziyê têne avakirin

PeyamaKurd - Şaredariya Hewlêrê zeviyek ji bo avakirina 70 kargehên mezin ên pîşesaziyê diyar kir ku wê bi avakirina wan kargehan re derfetên kar ji bo hezaran kesan were dabîn kirin.

Wezareta Şaredariyê ya Kurdistanê ragihand, bi armanca firehkirina sektora pîşesaziyê li bajarê Hewlêrê, Serokatiya Şaredariya Hewlêrê di sala 2021ê de zeviyek ji bo dirustkirina 70 kargehên mezin ên pîşesaziyê diyar kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di çarçoveya siyaseta Herêma Kurdistanê de, sektora pîşesazî ber bi pêş ve diçe, ev jî wê bi projeyên mezin roleke mezin di vejandina aboriyê de bilîzin û dê derfetên kar ji bo hezaran kesan li bajêr peyda bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin