Serfermandarê Ukraynayê: Ev Noel bi tama hêsiran û rengê xwînê ye

Serfermandarê Ukraynayê: Ev Noel bi tama hêsiran û rengê xwînê ye

PeyamaKurd Serfermandarê Ukraynayê Valeriy Zaluzhny diyar kir, hêza wan têra wê heye ku di şerê berdewam ê li dijî Rûsyayê de bi ser bikevin.

Zalujny bi peyama xwe ya vîdeoyî bang li gel kir û Noel pîroz kir. Zalujniy bal kişand ser şerê li welatê xwe û diyar kir, gel ji ber şer rojên dijwar derbas dike û got, "Ev Noel bi tama hêsiran û rengê xwînê ye."

Zaluzhny da zanîn, Rûsyayê li dijî wan şer îlan kir û wiha got: "Me şer hilbijart. Lê me têkoşîn qebûl kir. Xwedê li kêleka me ye. Lê belê hêza me têra wê heye ku em dijmin têk bibin. Miletek ji têkoşînê çêdibe."

Ji aliyê din ve Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy eşkere kir, li bajar û bajarokên Donetsk û Lûhanskê yên herêma Donbasê pevçûnên dijwar didomin û wiha got, "Bi giştî em çeperên xwe diparêzin. Li eniyê herêm hene ku em hêdî hêdî pêşde diçin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin