Balafira Hindistanê yekem care rêya hewayî ya Erebistana Si’ûdî bikaranî û li balafirgeha BenGurion a Tel Avîvê danî.
Berdevkê rêya hewayî ya Îsraîlê Lisa Drir ragihand ku îro siet di 10 ê sibê de balafira bazirganî ya Hindistanê yekem care rêya Erebistanê ya hewayê bikaranî û gihîşte Îsraîlê.
Drir got ku heman balafir car din di heman rêyê de, rêya hewayî ya Erebistanê de dageriyaye Hindistanê.
Wê seferên hewayî ji Yenî Delhiyê bo Tel Avîvê her hefte sê cara bêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin