PeyamaKurd – Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener, piştî ku encamên teqezî yên hilbijartinên 31ê Adarê ragihand, eşkere kiribû ku wê li 7 navendan hilbijartin bên dubarekirin.
Serokê YSKê Ahmet Yener îro 22yê Gulanê ragihand ku wê 2yê Hezîranê roja Yekşemê li Aksaray-Guzelyurt, Kayseri-Pınarbaşı, Riha-Hîlwan, il Sêwas-Yildizeli, Guneykaya, Dêrsim– Mazgirt, Akpazar, Kirklareli-Luleburgaz Buyukkariştiran û li beldeyên Aksaray-Navend û Saglikê hilbijartinên seroktiya şaredariyê bên dubarekirin.
Hêjayî gotinê ye, du navçeyên mijara nîqaşê Pinarbaşi ya Qeyseriyê (CHP piştî 35 salan qezenc kiriye) û ya din jî navçeya Riha Hîlwan (Cûrnêreş) e ku DEM Partiyê qezenc kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin