SOHR: Di encama êriseke SIHAyên tirk de 19 leskerên Sûriyê mirin

SOHR: Di encama êriseke SIHAyên tirk de 19 leskerên Sûriyê mirin

PeyamaKurd – Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)  ragihand ku diencama êrîşeke de ku SIHAyên tirk pêk aniye, 19 leşkerên artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Rewangeha Sûriyê SOHRê ragihand ku, baregeheke li bajarê Maaret el Numanê û leşkerên li Cebel el Zawiyayê bûne armanca êrişên Tirkiyê.

Ev yek di demekê de ye ku Tirkiyê du balafirên şerî yên artêşa Sûriyê xistine xwarê.

Wezîrê Derve yê Berevaniya Tirkiyê  bi daxuyaniyekê ragihandibu ku du balafirên rejîma Sûriyê hatine xistin.

Ji aliyê din ve, medya Sûriyê jî ragihand ku hêzên artêşa Tirkiyê du balafirên li Idlibê kirine armanca êrişên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin