Kazimî: Eger kaos û pevçûn bên geskirin dikarin îstîfa bikim

Kazimî: Eger kaos û pevçûn bên geskirin dikarin îstîfa bikim

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî tevlî bernama televîzyonê bû û rexne li rewşa Iraqê ya siyasî û asayîşî kir û got ku ew dikare ciyê xwe bi aştiyane dewrî kesekî dinê bike. Kazimî weha got:

“Eger kaos û pevçûn bên geşkirin û dewam bikin, ez ê wezîfa xwe ya exlaqî û wetenî bicîh bînim û li gor destûra Iraqê, xala 81 ê dikarim dev ji kursiyê xwe berdim. Di pevçûnê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane, kesên ji xwînrijandina wan berpirsin, ji bo derên holê me komîsyonekî lêgerînê ava kir.”

Çarçoveya Koordînasyonê qebûl nake ku Kazimî careka dinê bibe serokwezîr. Li gor destûra Iraqê, xala 81 ê eger serokwezîr bi sedemekî îstîfa bike, wê serokkomar wezîfa wî bike û di nav 15 rojan de kesekî dinê erkdar bike da hukumetekî nûh ava bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin