PeyamaKurd - Fermangeha medya û zanyariyan a hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand, pira herî mezin a Herêma Kurdistanê ku li ser Çemê Zê (Zap) hatiye avakirin ji bo çûnûhatinê hat vekirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye xuyakirin ku Pira Çemê Zê pireya herî dirêj a li Herêma Kurdistanê ye û dirêjiya wî 928 metre ye.
Herwiha li ser pirê du şerîdên çûnûhatinê hene ku her şerîdek 15 metre ye.
Hat ragihandin ku xercê çêkirina wê pirê 43 milyar dînar bûye û rêya 2 demjimêran, kiriye demjimêrek û 20 xulek.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin