PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hatina çarşema sor ku cejna Êzîdiya ye, peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Peyama Barzanî weha ye:
“ Cejna sersala Êzdiyan li hemû xuşk û birayên me yên Êzîdî li Kurdistanê û li her dereka dinyayê bin, bi taybetî jî sersala kesûkarên qurbanîyên destê terorê û yên ku hêjî di kampên koçberiyêdane, pîroz dikim. Hêvîdarim cejn û helkeft û bîrhatinên me yên bên, di rewşeka baştir de vegerin.”
Barzanî di beyana xwe de got ku mixabin cejna îsal di demeka wisa de ye ku temamê dinyayê bi koronavîrusê re têdikoşe, dahatûya gelek xuşk û birayên Êzîdî ku ketibûn ber pêla terorê hêj nediyare. Di vê rewşê de divê kerkes li pey tedbîrên koronavîrusê here û xwe biparêze.
Barzanî her weha ew Kurdên Êzîdî yên ku wenda mabin, çi pêwiste be dê bo wan bikin û ger ciyên wan bên tesbîtkirin bê li ku derê ne, dê wan her rizgar bikin. Wê serokatiya herêma Kurdistanê, bo Şengalê bikin parêzgeh û xebata xwe ya avakirina devera Şengalê dewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin