Dadgeh: “Wê bi zorê bînin dadgehê”

Dadgeh: “Wê bi zorê bînin dadgehê”

PeyamaKurd- Parlementera HDPê Ayşe Sürücü li dadgeha 5 emîn ya cezayê giran ya bajarê Rihayê, bi sedema “propaganda rêxistina terorê” tê darizandin. Di celseya duyem de parlemenra HDP ê nehat dadgehê lê parêzerên wê amade bûn.

Li ser daxwaza dozger dadgehê biryar da ku wê bi zorê bînin dadgehê. Sedem jî hat nîşandan ku heya niha nehatiye dadgehê û hîç îfade nedaye. Lê parêzer gotin ku ew parlementere û xwestin biryara anîna bi zorê bidin rawestandin. Dadgeh ji biryara xwe danegeriya. Di darizandina celseya pêş de, eger Ayşe Sürücü bi xwe here dadghehê ti arîşe namîne lê eger ew bi xwe neçe, wê bi zorê bibin dadgehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin