Mesrûr Barzanî: Divê em sektora pîsesazî û çandiniyê bipêstir bixin

Mesrûr Barzanî: Divê em sektora pîsesazî û çandiniyê bipêstir bixin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Tebaxê di vekirina Sêyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Taybet bi Xanûber û Veberhênanê (Invest Expo 2022) de, gotarek pêşkeş kir. Serokwezîr Barzanî bal kişandin ser avakirina xaniyan û pêşveçûna avahîsaziyê li Herêma Kurdistanê û diyar kir, ‘Divê em sektora pîşesazî û çandiniyê jî hîn zêdetir pêş bixin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de got: “Min ji piraniya xwediyên proje û kompanyayan bihîst ku di bicihkirina projeyan de, wan piştevaniya karên bi dest û karînên endezyarî yên xwemalî kiriye ku ji ber vê jî ez kêfxweş bûm.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku di kabîneyên pêştir yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, gelek girîngî bi veberhênan û avakirina xaniyan hatiye kirin û li gorî bajarên Iraqê pêşketinên berçav li Kurdistanê çêbûne ku ji ber aramî û ewlehîyê gelek kes berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û lê bi cih dibin.

Serokwezîr Baranî da zanîn: “Hewlêr kevintirîn bajarê cîhanê ye û jiyan tê de berdewam e.  Di heman demê de em dikarin pêngavan ji bo avakirina şêwazên avahîsaziyê yên pêşketî jî bavêjin. Anku Hewlêr dikare bibe yekem bajarê cîhanê ku kevintirîn û nûtirîn şêwazê avahîsaziyê lê tê bicihkirin. Bêguman, bajarên din ên Kurdistanê jî taybetmendiyên xwe hene û em girîngiyê didin wan jî.”

Serokwezîr Barzanî bibîr xist: “Hin tiştên din hene, divê li ber çavan werin girtin, wek rêjeya keskahiyê, kalîteya kar û keresteyên ku tên bikaranîn. Daxwaz ji we hemûyan dikim, li gor standartên cîhanî kar bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê guhertinên keşûhewayê bibîr xist û got: “Mixabin keşûhewa hatiye guhartin û ev yek bûye sedema hişkesalî û biyabanbûnê. Divê em xwe bi van guhertinên ku li cîhanê rû didin re biguncînin. Divê di warê veberhênanê de rêjeya keskahiyê nebe qurbaniya zêdekirina xanî û avahiyan.”

Mesrûr Barzanî got: “Me biryar da, 20 hezar yekeyên nişticihbûnê ji xelkê kêmderamet û hejar re bi nirxên kêm û qistên dirêj bên çêkirin.”

Serokwezîr Barzanî di gotara xwe daxwaz kir: “Min daxwaz kiriye ku tevahiya wan bi kalîteyeke baş û xizmetguzariyên temam werin avakirin. Hêvî dikim ku rêjeya kirêkirinê li Kurdistanê dakeve asta herî nizm û rojek were her kesek li Kurdistanê bibe xwediyê xaniyê xwe.”

Di dawiyê de jî Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ji bo ku em xizmeta gelê xwe berdewam bikin, çêkirina xanî û avahiyan têrê nake, pêwîst e em di sektora çandiniyê de jî veberhênanê bikin, me di vê kabîneyê de pir girîngî dayê. Divê em sektora pîşesaziyê zêdetir pêş bixin, da ku bibin destek ji bo kesên ku di sektora xanûberiyê de veberhênanê dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin