Tirkiyê pistî demeke dirêj ava çemê Firatê berda

Tirkiyê pistî demeke dirêj ava çemê Firatê berda

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ava çemê Firatê ku demeke dirêj e li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye qutkirin, bi rêjeyeke kêm be jî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye berdan.

Li gorî ragihandina rêveberên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi zextên Amerîkayê herikîna ava Firatê daye destpêkirin.

Li gorî çavkaniyan herikîna ava Firatê niha bi rêjeyeke kêm hatiye berdan, lê di nav çend rojan de wê herikandina avê bê zêdekirin û tê texmînkirin heta mehekê rêjeya ava Firatê ya bi ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê de bibe weke berê.

Hêjayî gotinê ye, ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve hem di ava vexwarinê de hem jî di karûbarên çandiniyê de krîzeke aborî û mirovî rû dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin