PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê Zeynel Abidin Çelik ê 8 salî di wexta li ber mala xwe dileyîst, wenda bû. Herkes ket nava tevgerê da Zeynel bibînin lê di encamê de cenazê wî 4 km dûr di ava çemê Mûradê de dîtin. Cenazeyê Zeynel ku siet li dora 23.00 yê şevê de dîtin bo otopsiyê birin nexweşxana Agiriyê ya lêkolîn û perwerdê da otopsiya cenaze bikin.
Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin lê li ber çemê Mûradê gelek caran bûyerên weha çêdibin û gelek kes dikevin ber pêlên ava Çem ê Mûradê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin