PeyamaKurd – Piştî hejmarek welatên Ewropayê bi fermî dewleta Filîstînê nas kirin, welatê Slovenyayê jî biryar da ku dewleta Filîstînê nas bike.
Hikûmeta Sloveyayê biryar da ku bi fermî dewleta Filîstînê di çarçoveya sînorên 1967an ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin nas bike.
Bi vî awayî hejmara welatên Filîstîn nas kirine gihîşt 146 dewletan.
Serê vê hefteyê jî welatên Îspanya, Norwêc û Îrlandayê bi fermî dewleta Filîstînê nas kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin