PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen, ji bo gotûbêjkirina proseya siyasî û danûstandinên Komîteya Destûra Sûriyê, serdana Şamê kir û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad re civiya.
Li gorî nûçeya Rojnameya “Al-Watan” a rejîma Sûriyê, Pedersen ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad civiya û herduyan egera lidarxistina gera 7emîn a Komîteya Destûrê guftûgo kirin.
Di nûçeyê de hatiye gotin, çav li rê ye Pedersen li Şamê bi Serokê Komîteya Destûrê Ehmed El-Kizberî, Balyozê Rûsya li Şamê û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya li Sûriyê re jî bicivie.
Hatiye diyarkirin ku biryar bû di nava vê mehê de gera 7emîn a Komîta Destûrê bihata kirin, lê ji ber belavbûna cûreya nû ya vîrûsa korona Omicronê heta piştî sersalê hatiye paşxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha 6 gerên xebatên Komîta Destûrî li Cenevê hatine kirin û ji ber helwestên rejîmê ku red dike bikeve nav karên ji nû ve nivîsandina destûrê, hevdîtinên heta niha bi ser neketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin