PeyamaKurd - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di derbarê kuştina 9 leşkerên Tirk de destnîşan kir ku yên di şer û pevçûnan de canê xwe nadin, îro di qada siyasî de hewlên berzkirina şer didin û mirinan pîroz dikin. Bakirhan got: “Em naxwazin ciwanên vî welatî bên kuştin”
Piştî ku di êrîşa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li dijî baregehên artêşa tirk ên li Herêma Kurdistanê de 9 leşker hatin kuştin, di rojeva Tirkiyeyê de bayekî nîjadperestiyê rabû.
Hevserokê Partiya Wekhevîya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bertek şanî bilindkirina nijadperestiyê kir û destnîşan kir ku kes û aliyên ku di şer de berdêlan nadin lê îro qala şer dikin.
Bakirhan got: “Êdî Civak û ax ji mirinan westiyaye. Lê belê yên ku di van şer û pevçûnan de can û berdêlan nadin, îro dîsa qala şer dikin. Bi van kuştinan siyasetê dikin û mirinê pîroz dikin. Yên ku şewata vî agirî herî ji dil dizanin Kurd in, şoreşger û demokrat in."
Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan anî ziman ku ew ji destpêkê ve û heta niha li dijî şer bûne û ew êdî naxwazin ciwan bêne kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin