PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Allenê yê eyaleta Teksas a Amerîkayê, cenazeyê çar welatiyên Kurd ji heman malbatê li mala wan mirî hatine dîtin.
Li gorî duxayaniya polîsên bajarê Allenê, îhtîmal heye bavê malbatê piştî ku hevjîn û zarokên xwe kuştibin, întihar kiribe.
Xizmekî malbatê gotiye, ew çûye malê û hemû derî girtî bûne, piştî demeke dirêj ku kesî derî venekiriye wî polîs agahdar kiriye û di nava malê de cenazeyên 4 kesên ji heman malbatê hatine dîtin.
Hate zanîn ku cezaneyên bavê malbatê Ferman Şêrwanî, dayik Leyla Şêrwanî, kurên wan Metîn Şêrwanî (2) û Şahîn Şêrwanî (12) di malê de hebûn.
Polîsên Allenê bal kişandine ser ku keça malbatê ya 4 salî Liyan berî 3 hefteyan di hewza avjeniyê de xeniqiye û dibe ku ev bûyer êrîşeke malbatî be. Tê gotin, Ferman Şêrwanî endamên malbata xwe kuştine û xwe jî bi ser de kuştiye. Lêpirsîna li ser bûyerê didome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin